• Friday, 06 February 2026
logo

Lotkeya Erebî:Kirdarên Hukûmeta Sûriyeyê li Humus Tawana Dij bi Mirovatîyê Ye

Gulan Media March 31, 2012 Nûçe
Lotkeya Erebî:Kirdarên Hukûmeta Sûriyeyê li Humus Tawana Dij bi Mirovatîyê Ye
Kombûna lotkeya erebî ku doh li Bexdadê hat sazdan bi dawî hat û tê de serkirdeyên erebî daxwaz kirin, ku guftûgo di navbera hukûmeta Sûriyeyê û opozisiyona wî welatî bihê encamdan. Herwisa lotkeya erebî helwêsta xwe di bareya kujtara bajarê Humus jî nîşan da û ragihand, ku ew kujtara derheq bi hevwelatîyên sivîl ên Sûriyeyê dihê kirin, binpêkirina aşkira û tirsnak a dij bi mafê mirovan e.


Serkirdeyên welatên erebî di beyannameyekê de, kujtara taxa Baba Emr a li bajarê Humus a Sûriyyeyê dij bi xelkê sivîl ji alîyê desthilata Sûriyeyê ve riswa kir û ragihand, ku kiryarên hukûmeta Sûriyeyê li Humus tawanên dijî mirovayetîyê ne.

Serkirdeyên erebî daxwaz ji hukûmeta Sûriyeyê û herwisa alîyên opozisiyona wî welatî kirin, ku bi awayekî pozetîv pêşwazîya pêşniyarên Kofî Enan sekretrê berê yê Neteweyên Yekgirtî bikin da ku li gor rêçareserîya komkara erebî û herwisa N.Y diyalog aniştîmanî dest pê bibe.

Beyannameya lotkeya erebî herwisa daxwaz ji hukûmeta Sûriyeyê dike, ku di cih de hemû awayê tundûtîjî û şerr û kujtin dawî pê bihîne, herwisa hemû hêzên serbazî û diyardeya çekdarî li nav bajar û gundên Sûriyeyê nehêle û hêzên serbazî bo binkeyên wan paş ve vekişîne.

Herwiha ewê beyannameya lotkeya erebî tekezî jî kiriye, ku helwêsta serkirdeyêm welatên erebî di bareya yekparçeyîya xaka Sûriyeyê û parastina saxlemîya xaka wê de aşkira ye û ew piştîvanîya yekparçeyîya xaka Sûriyyeê û berdestbûna tenahîyê li ewî welatî dikin. Herwisa weha jî dane xuyakirin, ku ew li dijî her cure destwerdanekî derveyî li Sûrîyeyê ne.
Top