20 gokbaz di ave de fetisîn
Tîmekî futbolê yê Komara Demoqratîk A Kongoyê AC Vîrgîn KA, roja yekşemê ku ji deplasmanê vedigeriya, keştiya wan serûbin bû û di encamê de 20 gokbaz di çêm de fetisîn.
Hat ragehandin ku dema gokbaz ji deplasmanê vedigeriyan, ji ber pêlên dijwar û bilind keştiya ku 100 kes têde bûn, serûbin bû. Ji sed kesî jê 80 hatin xelaskirin, 20 kesa jî jiyana xwe wenda kirin.
Serokê FîFA’yê Joseph Sepp Blatter, roja çarşemiyê, nameya ku peyama sersaxîyê dixwast, ji serokê Federasyona Futbolê yê Kongoyê re şand. (Mîrza Firat)
