• Friday, 06 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê: Ti wargehekî leşkerî yên Kurdên Sûriyê li Hewlêr tune

Gulan Media March 31, 2012 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê: Ti wargehekî leşkerî yên Kurdên Sûriyê li Hewlêr tune
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva nûçeya televîzyona El Erebya da û nûçeya der barê wargeha leşkerî ya Kurdên Sûrî de derew derxist.

Malpera înternetê ya televîzyona El Erebiya a Erebistanê nûçeyek belav kiribû tê de behs kiribû ku "Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêr wargeheke leşkerî ji bo ciwanên Kurdên Rojava yên ku ji leşkeriya Sûriyê revîne vekiriye û hijmara wan zêdeyî 300 kesin û ew niha di wargeheke leşkerî ku berê ya leşkerên Kore ya bûn de perwerda leşkerî dibînin."

Sekreterê Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî di daxuyanekê de ev nûçe derew derxist û got ku ti wargehên leşkerî yên Kurdên Rojava nîn in û ev nûçe ji rastiyê dûre.
Top