• Friday, 06 February 2026
logo

“Herêm dê 100 hezar bermîl petrol di rojê de henarde bike”

Gulan Media March 31, 2012 Nûçe
“Herêm dê 100 hezar bermîl petrol di rojê de henarde bike”
Komîteya Enerjî û Petrolê ya Parlamentoya Iraqê tekîd kir ku bi sedema biryara hikûmeta Iraqê ya taybet bi dayîna pereyên kompaniyên biyanî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, berhema herêmê ya petrolê dê zêde bibe.

Roja çarşema borî, hikûmeta Iraqê razî bû ku 650 milyar dînarê iraqî bide kompaniyên petrolê yên li herêmê kar dikin.

Endamê wê komîteyê Furat Şeraa ji AKnewsê re daxuyand ku ew biryara hikûmeta Iraqê li gorî rêkeftina digel hikûmeta Herêma Kuristanê ye ji bo zêdekirina berhema wê ya petrolê bo 100 bermîl petrol di rojê de.

Şeraa amaje kir ku hikûmeta herêmê dê daxwaz ji komapaniyan bike ku berhema xwe ya petrolê zêde bikin piştî ku pereyên werbigirin.

Şeraa bal kişand ku komîteya wan niha hewl dide pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bike daku Iraq bikaribe di qonaxa bê de 3 milyon bermîl petrol di rojê de henarde bike.

AKnews
Top