• Saturday, 07 February 2026
logo

Dr.Berhem Salih serdana Kerkûkê kir

Gulan Media March 31, 2012 Nûçe
Dr.Berhem Salih serdana Kerkûkê kir
Dr.Berhem Salih serdana Kerkûkê kir û digel berpirsên îdarî yên wê parêzgehê civiya.

Di serdana xwe ya ji bo Kerkûkê de birêz Dr.Berhem Salih ji aliyê parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm û hejmarek ji rêveberên fermangehên wî bajarî bi germî hate pêşwazî kirin, û careke din behsa girîngiya bajarê Kerkûkê û pêdîviya bi xizmetkirina xelkê kir û ragihand ku, Kerkûk sembola birayetî û pêkvejiyanê ye, û cihê şanaziyê ye kû me dikariye bi taybet di warê gihandina kareba yê bi piştevanî û pêdagiriya serokê herêmê û terxankirina beşek ji bernameya şiyansaziyê bo keç û kurên wî bajarî û encamdana çendîn pirojeyên din li wî bajarî xizmetekî bikin.

BirêZ Dr.Berhem Salih tekez kir kû, pêwîste em tev kar ji bo qerebûya xedir û piştgûxistina Kerkûk û deverên din bikin kû çendîn salin hatine piştgûh xistin.

Di beşek din ya axaftina xwe de Dr.Berhem dazanîn ku tu kes nikare bazirganiyê li ser Kerkûkê bike, û tenê rêya çareserîyê baştirkirina rewşa avedanî û xizmetgûzarîya li Kerkûk û rewşa siyasî ya Êraqê ye,û vegerandina bo ser Herêma Kurdistanê û berçavgirtina mafên tevaya pêkhatên resen di destûra Êraqê de.
Piştre parêzgarê Kerkûk Dr.Necmedîn Kerîm bi xêrhatina Dr. Berhem Salih kir û serdana wî bi girîng bi nav kir, derbarê karên hikûmeta Herêmê li Kerkûkê jî,Dr. Necmedîn got:aliyên hikûmeta Herêmê xizmetekî zehf ji bo Kerkûkê kirine û tu kes nikare wê yekê înkar bike.

Parêzgarê Kerkûkê dûbare destxweşî li hikûmeta Herêmê kir kû karebaya pêwîst ji bo wî bajarî terxan kiriye, û dazanîn kû,ew karebayê ji Herêmê bo Kerkûkê tê bandoriyeke baş li ser jiyana welatiyan kiriye kû bi yeksanî li ser akinciyên wî bajarî bê ferq cudahî tê dabeşkirin û gelek arîşeyên xelkê çareser kirine.

Piştre birzê Dr. Berhem Salih ji aliyê serokê civata parêzgehê Hesen Tûran û endamên civatê ve hat pêşwazîkirin û di civîna gotûbêj derbarê rewşa siyasî û ewlekariyê û pêdawîstiyên welatiyên wî bajarî hate kirin.

Serokê wê civatê amaje bi wê yekê kir kû, çendîn car in Dr. Berhem Salih serdana Kerkûkê dike û hewlên ji bo çareserkirina arîşeyan dide, kû ev cihê pêzanîna civat û şêniyên Kerkûkê ye.

Ji aliyekî din ve Dr. Berhem Salih digel Rizgar Elî,Aso Mamend û Xalid Şuwanî serdana xwendingeke nimûneyî li taxa Rehîmawa kirin û di serdanê de hejmarek mamosta û xwendekarên taxa Rehîmawa pêşwazî li Dr. Berhem Salih kirin û destxweşî li hikûmeta Herêmê kirin kû li cihê avêtina gemarê xwendingeheke nimûneyî ji bo xwedevanan dirûst kirine kû xwendekar dikarin sûd di xwendinê de werbigrin.

Paşê Dr. Berhem Salih serdana pirojeya sentera rewşenbîrî kir kû yek ji pirojeyên girîng yên wî bajarî ye, kû beriya niha bi sedema terxan ne kirina bûdceyeke pêwîst karên wê pirojeyê hatibû ragirtin, lê digel destpêkirina kabîneya 6.ehemîn serokê hikûmet biryar da kû bi 12 milyon dolar ji bo temamkirina wê pirojeyê bê terxan kirin,û niha jî ew piroje berbi temambûnê ve diçe.

Di wê pirojeyê de ji bilî hola sînema û kafeterya û 2 holên vekirî ,holeke şano jî heye kû 1200 kesan digre nav xwe, û piştî kû Dr. Berhem Salih serdana beşên pirojeyê kir ji bo kenalên ragihandinê daxuyakirin kû, armanca serdana wî bo bajarê Kerkûk ji bo girîngîpêdana bi wî bajarî û mekanîzma xizmetkirinê ye.

Her di heyama serdanê de, Dr. Berhem Salih serdana civata serkirdayetiya PDK li Kerkûkê kir û ji aliyê berpirsê civata serkirdayetiya endamên wê civatê û hejmarek kadiran ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Di serdanê de behsa rewşa navxwe ya Kerkûkê û xizmetgûzarîyê hat kirin, her wiha tekezî li ser hemahengiya tevaya aliyên li ser doza ewlekarî û parastina ser û malên welatiyan hat kirin.

Berpirs û endamên civata serkirdayetiya Partîya Demokrata Kurdistanê li Kerkûkê spasî ji bo serdana Dr. Berhem Salih kirin û hêvî kirin kû hemû alî di erkên xwe yenê netewî û nîştîmanî de ji bo girîngîpêdana bi Kerkûkê berdewam bin.

Her di wê serdanê de Dr. Berhem Salih serdana melbenda 2`ê Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê li wî bajarî kir û ji aliyê berpirsê melbendê ve Aso Mamend û endamê serkirdayetî û hejmarek kadir û hevalên melbendê ve bi germî pêşwazî lê hate kirin.
Di civîna li hola şehîd Azad Hewramî ya melbenda 2`ê de,bi amadebûna Aso Mamend û hejmarek zêde ji kadir û berpirsên YNK, Dr Berhem pêşahat û guhartinên navxwe yên li Herêm û Êraqê hat gengeşe kirin.
Di destpêkê de Aso Mamend bi germî bi xêrhatina Dr. Berhem Salih kir , û derbarê mijara Kurdistanbûn û mayîna wê di hizra netewan de ,amaje bi rol û pêgeha Kerkûkê kir.

Her weha tekez kir kû Kerkûk ji bilî kû xizmeta ji bo wê hatiye kirin, pêwîstiya Kerkûkê bi xizmet û avedanîkirineke zêdetir heye , û diyar kir kû Dr.Berhem herdem xemxwarê Kerkûk û xelkê wê bûye.
Paşê Dr. Berhem rewşa navxwe ya Herêm û meseleya karûbarên navxwe yên di nav YNK`ê de û guhartinên dawîn û nêrîna YNK`ê li ser Kerkûk ron kir.

Dr. Berhem di civînê de got: Kerkûk di dîrokê de sembola biratî û tebayî û xwediyê xebat û qurbanîdanê ye , lewra divê em xizmeta wê bikin, her weha behsa karê hevbeş û berçavgirtina maf û daxwazên xelkê resenê yên wî bajarî kir.

Hêjayî gotinê ye kû, roja 24`ê Mijdara sala 2009 Dr. Berhem Salih wek yekemîn serok wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Kerkûkê kiribû û di heyama 2 salên ya kabîneya hikûmetê de çendîn pirojeyên xizmetgûzariyê li wî bajarî cî bi cî kiriye.

Top