Serokê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê li Sofya kir û li gel revenda Kurd ya li wî welatî civiya
Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî behskirina li sefera xwe ya Bulgarîstanê xweşhaliya xwe jî bi serdana xwe ya Balyozxaneya Iraqê derbirî û tekez jî li wê yekê kir ku divê hemû xelkê Iraqê vê cihê bi mala xwe bizanin û Karmendên Balyozxaneyên Iraqê jî bi heman rûhek ve muamele li gel welatiyan bikin.
Paşê Balyozê Iraqê li ser xatirê Serok Barzanî firavînek sazkir û ku têda Balyozên welatên Ereb amade bûn li gotarek de ji bo amadevanan behsa hemû qonaxên pêvajoya siyasiya Iraqê kir û tekez jî li çalak kirina berdewamiya serxistina vê pêvajoyê kir.
Her wiha îro li Sofyaya paytexta Bulgarîstanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmareke mezinê revenda Kurd ya li wî welatî re civiya.
