Cîgirê Serokê Kurdistanê Sonda Xwe Ya Yasayî Xwar
Di destpêka civîna îro de Serokê Parlementoya Kurdistanê bernameya civîna Parlementoyê diyar kir û ragihand ku, vê îro Cîgirê Serokê Kurdistanê Kusret Resûl sonda xwe ya yasayî bixwe û weke Cîgirê Serokê Kurdistanê dest bi pêwerdariya xwe bike.
Piştî bi dawî hatina gotara Serokê Parlementoyê, naveroka biryarnameya Serokatiya Kurdistanê ya di derbarê destnîşan kirina Kusret Resûl weke Cîgirê Serokê Kurdistanê hate xwendin û piştre jî Kusret Resul li berdem Parlementoya Kurdistanê de sonda xwe ya yasayî xwar.
