• Friday, 06 February 2026
logo

Encûmena Niştimanî ya Sûrî: Em bi biryarên xwe yên li ser Kurdan pabend in

Gulan Media March 29, 2012 Nûçe
Encûmena Niştimanî ya Sûrî: Em bi biryarên xwe yên li ser Kurdan pabend in
Encûmena Niştimanî ya Sûrî îroj diyar kir ku ew pabend e bi pejirandina nasnameya kurdî ya neteweyî di destûrê de û ku ew pirsa kurdî li Sûriyê wek beşek ji pirsa niştimanî ya giştî li Sûriyê dibîne.

Hêza opozîsyonê ya sûrî ev helwest di daxuyaniyeke Komîteya Bicîkirinê de belav kir piştî ku endamên kurd ên Encûmenê û herweha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji civîna opozîsyona sûrî li Stenbolê vekişiyabûn. Kurd ji daxuyaniya dawî ya civînêm, ku navê "Soza Niştimanî ji bo Sûriya pêşerojê" lê hatiye kirin, ne razî bûn, çimkî di wir de pirseke taybetî bi mafên gelê kurd li Sûriyê tune.

Encûmena Niştimanî ya Sûrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku belgeya "Soza Niştimanî ji bo Sûriya pêşerojê" belgeyeke "giştî ye ku piraniya hêzên opozîsyona sûrî li ser wê li hev kiriye". Encûmenê herweha eşkere kir ku ew pabend e bi tevaya daxuyaniyên wê yên ta niha, bi taybetî biryarên li ser pirsa kurdî li Sûriyê, ku di daxuyaniya dawî ya yekemîn kongirê wê de ji 17 ta 18ê çileya pêşîna 2011ê li Tûnisê hatibû nivîsandin. Encûmena Niştimanî ya Sûrî hingî doza pejirandina nasnameya kurdî ya neteweyî di destûrê de kiribû. Encûmenê herweha teqez kiribû ku pirsa kurdî »beşek e ji pirsa niştimanî ya giştî li Sûriyê«. Wê herweha doza çareserkirina pirsa kurdî kir li ser esasê »rakirina nedadmendiyê« beramberî kurdan û dana tezmînatan ji bo goriyan û herweha »pejirandina mafên neteweyî yên gelê kurd di çarçeweya yekîtiya xak û gelê sûrî de«.

Wek protest li dijî "Soza Niştimanî ji bo Sûriya pêşerojê" hêzên kurdî do ji civîna li Stenbolê vekişiyan û endamên kurd di Encûmena Niştimanî ya Sûrî de dawî li endametiya xwe anî. Dr. Ebdilbasit Seyda, ku endamê Komîteya Bicîkirinê ya Encûmena Sûrî ye, xebata xwe di Encûmenê de didomîne.

Rudaw
Top