Daxwaz tê kirin roja îdama Qazî Mihemed bibe roja şehîdên Kurdistanê
Di 29ê adara berî 66 salan de li meydana Çar Çira li bajarê Mehabadê serokkomarê Komara Kurdistan a Mahabadê bi dar ve hat vekirin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê, Reza Keebî, ji Rûdawê re diyar kir ku îdam kirina Qazî Mihemed berî 66 salan "nîşana xebat û berxwedana neteweya kurdî bû û yek ji wan helkeftan e ku pêwîst e hemû hêzên siyasî wek rojeke neteweyî lê binerin.”
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Mesûd Tek, ji aliyê xwe ve diyar kir ku ji bo her civak û neteweyekê hinek nirxên hevbeş hene wek al û sirûd û roja şehîdan. Tek got: "Ger kurd jî bi hev re van helkeftan zindî bikin, ev yek dibe sedema xurtbûna fikir û hestên neteweyî li seranserê Kurdistanê.”
Tek wiha pê de çû: “Kurdan gelek şehîd li ser riya rizgariya Kurdistanê dane û her roj roja şehîdên Kurdistanê ye, lê ji ber Qazî Mihemed yekem serokkomarê kurd e û Komara Kurdistanê û kesayetiya pêşewa cihê razîbûna hemû kurdan in, lewma roja herî baş bo destnîşankirina roja şehîdên Kurdistanê roja îdama serok Qazî Mihemed e.”
Endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Heme Nezîf Qadirî, jî ji Rûdawê re got: “Şanaziyên Komara Kurdistanê û Pêşewa yên hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê ne û pêwîst e hem kurd di wê rojê de berê xwe bidin rêberekî wek Qazî ku canê xwe bo armancên gelê kurd gorî kir.”
