• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî gihîşt Sofyaya paytexta Bulgarya û ji aliyê berpirsên mezinên wî welatî ve hate pêşwazî kirin

Gulan Media March 29, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî gihîşt Sofyaya paytexta Bulgarya û ji aliyê berpirsên mezinên wî welatî ve hate pêşwazî kirin
Roja çarşem 28.03.2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî ku ji birêz Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Dr. Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hêrîş Muherem Serokê Desteya Veberhênan û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatiye, li çarçêweya serdana fermiya ji bo çend welatek, gihîşte Sofyaya paytexta Bulgarya.

Li gel gihîştinê jî ji aliyê berpirsên mezinên Bulgarya ve pêşwaziyekî germ lê hate kirin. Piştî serdana Sofya jî, biryare Serokê Herêma Kurdistanê bi serdana fermî berev Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka birêdikevê û li wir çendîn hevdîtin û runştinan li gel birêz Serok Obama û Cîgirê wî Joe Biden û hejmarek ji berpirsên Emerîka sazdike. Serok Barzanî li vê serdanê da rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê û nêrîn û dîtinan û helwesta serkirdayetiya Kurdistanê li hember wan hemû pirsan da dixerû.

Birêz Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêmê jî li Emerîka li gel şanda Serok Barzanî dibe û piştî wê serdanê jî Serok Barzanî berev Hengarya(Macarîstan) birêdikevê û li wir jî li gel berpirsên mezinên wî welatî komdibe û pirsa pêwendiya aboriya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hengarya guftûgo dikin.
Top