Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî berev Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û Bulgarîstan û Macarîstanê birêket
Serok Barzanî li vê serdana Bulgarya(Bulgarîstan) de li gel berpirsên mezinên wî welatî hevdîtinan pêktîne û li gel wan de çendîn pirs û mijarên pêwîst bi pêwendiyên di navbera her du aliyan guftûgoyê dike.
Piştî dawî hatina bernameya serdana fermiya Serok Barzanî ya li welatê Bulgarya, biryare paşê Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta sazkirina hevdîtin û rûniştinên li gel birêz Serok Obama û Cîgirê wî Joe Biden û hejmarek ji berpirsên Emerîka bi serdaneke fermî berev Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka birêbikevê. Serok Barzanî li vê serdanê da rewşa îro ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û nêrîn û helwesta serkirdayetiya Kurdistanê li hember wan hemû pirsan de dixe rû. Birêz Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Emerîka jî li wî welatî li gel şanda Serok Barzanî dibe.
Piştî wê serdanê jî Serok Barzanî berev Hengarya(Macarîstan) birêdikevê û li wir jî li gel berpirsên mezinên wî welatî kom dibe û pirsa pêwendiya aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hengarya guftûgo dike.
