• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Dirbêsiyê 2 ciwanên Kurd hatin kuştin!

Gulan Media March 28, 2012 Nûçe
Li Dirbêsiyê 2 ciwanên Kurd hatin kuştin!
Li Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê (Sûrî) 2 ciwanên Kurd hatin kuştin.

Li 25'ê Adarê komeke girêdayî rêjîma Esed ciwanê bi navê Ciwan Qetne (ku bi xwe wênekêş e) ji mala wî ya li Dirbêsiyê direvînin. Li gor agahiyan 4 kesên rûnixumandî wî ji mal dibin û piştî 3'ê demijmêran cendikê wî ku şopa îşkencê li ser heye li gundekî nêzîk kuştî tê dibînin.

Di heman rojê de, piştî ku Komîteyên Parastina Gel ji bûyerê agahdar dibin, didin ser şopa wî. Lê, dema endamên komîteyê li Ciwan digerin dikevin kemînê û ciwanekî din bi navê Kemal Hûsên ê temen 26 salî jiyana xwe ji dest dide û 3'yên din jî birîndar dibin. Xelkên deverê didin diyarkirin kesên ku ev kuştin û revandin kirine yên rêjîma Sûrî ne.
Avestakurd
Top