• Friday, 06 February 2026
logo

Meclîsa Sûriyê: Wê Kurd mafê xwe yê netewî bistînin!

Gulan Media March 28, 2012 Nûçe
Meclîsa Sûriyê: Wê Kurd mafê xwe yê netewî bistînin!
Di daxuyaniyekê de Meclîsa Netewî ya Sûriyê bal kişande ser vekişîna Grupa Kurd ji konferansa Stenbulê û got : di derbarê pirsa gelê Kurd de li Sûriyê, ew girêdayî peymana ku ji konferasa Tunisê derketî dimînin.

Di Konferansa Tunisê de, ku roja 17-18.12.2011 hatibû çêkirin, têde hatibû Meclîs di destûrê de nasnemaya netewî ya Kurdan nas dike. Her wiha pirsa Kurd beşek ji pirsa netewî ye li Sûriyê..."

Her wiha Meclîsa Netewî ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de ku îro hate belavkirin, dibêje, Divê mafê netewî yê Kurdan li Sûriyê di çerçeveya yekîtiya ax û gelê Sûriyê de were dayîn.

AVESTAKURD
Top