• Friday, 06 February 2026
logo

Şanda ENKS li Stenbolê ji kongreyê oposîzyona Sûriyê vekşiya

Gulan Media March 28, 2012 Nûçe
Şanda ENKS li Stenbolê ji kongreyê oposîzyona Sûriyê vekşiya
Duh (27-3-2012) şanda komîteya têkliyên derve ya Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di kongreyê oposîzyona Sûriyê de li bajarê Stenbolê beşdar bibû, lê piştî ku ji şanda ENKS re diyar bibû ku hêzên oposîzyona Sûriyê bi carekê de guh nadin hebûn û mafên miletê kurd li Sûriyê, serokê şandê Dr. Ebdilhekîm Beşar di gotina xwe de vekşandina şanda ENKS ragihandibû û ew û hevalên xwe ji kongre derketibûn.

Piştî derketina şanda ENKS ji kongre, nûnerên welatên derve ne razîbûna xwe ji vekşandina kurdan diyar kiribûn, nûnerên welatên Birêtaniya û Frensa û Almanya û Tirkiyê bi şanda ENKS re rûniştibûn, şanda ENKS hin merc ji bo vegera xwe ya kongre pêşkêş kiribûn, ta vê demê hîn diyar nebûye ku mercên ENKS ji aliyê kongre ve hatine pejirandin an na.

I.K
Top