Rewta Sedir: Talebanî kesê serekiye bo çareserkirina kêşeyên Êraqê
Endamê lîsta Ehrar Cewad Şihêlî ragehand: Serokkomar garantiya ewlehî û asayîşa Êraqê ye, vegera xwe ya Bexdadê û hevdîtinên wî digel serkirdeyên siyasî bi vî awayî dikare kontrola aloziyan bike û çareseriyên erênî ji re bibîne.
Şihêlî got: Serok Talebanî dibe kesê sereke li çareserkirina nakokiyan û bi taybet ew nakokiyên di navbera Herêmê û Bexdadê .
Endamê lîsta Ehrar ev jî got: Lidarxistina kongireya niştimanî pêwîstiya xwe bi civînên siqsiq yên serkirdeyan heye ji bo xwe amadekirina bo beşdariya li wê kongireyê de.
Duh Serokkomarê Êraqê Mam Celal biryar da ku civîna niştimanî li roja 5 Nîsanê bê lidarxistin.
Xendan
