Divê CHP komkujiya Dêrsimê qebûl bike
Husên Aygun, ji AKnewsê re axivî û got, di parlamentoya Tirkiyê de, komîsyonek bo lêpeyçûna komkujiya Dêrsimê hatiye avakirin û heta niha zêdetirî hezar şikayet û daxazname ji aliyê mexdûrên Dêrsimê ve bo komîsyonê hatine şandin.
Aygun, diyar kir, ji bilî tiştên ku mexdûran gotine, bo ronîkirina komkujiyê dê belge û agahiyên serokomariyê, serokwezîriyê, wezareta navxwe, wezareta derve û fermandehiya artêşê jî bên bikaranîn.
Parlamenterê Dêrsimê, got, divê CHP bi komkujî û dîroka Dêrismê re rû bi rû bibe û wiha domand:
“Divê CHP bi dîroka xwe re rû bi rû bibe û kêmasiyên xwe qebûl bike, her wiha komkujiya Dêrsimê jî divê bê qebûlkirin, her çiqas hinek kes di nav CHPê de li dijî vê yekê ne lê divê ev yek bê kirin.”
AKnews
