• Saturday, 07 February 2026
logo

PKK: em ligel rûxana rejîma Baas a li Sûriyê ne

Gulan Media March 27, 2012 Nûçe
PKK: em ligel rûxana rejîma Baas a li Sûriyê ne
Berpirsê peywendiyên derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku ew ligel xebat û têkoşîna kurdên Sûriyê ne bo jinavbirina rejîma Baas li Sûriyê.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK ji AKnewsê re ragihand, “Em piştgiriya şoreşa kurdên rojavayê Kurdistanê dikin li Sûriyê, li wî welatî hêza kurdî heye bo dabînkirina mafên neteweyî yên kurd û em ligel hewl û bizavên wan de bo jinavbirina rejîma el-Esed.”

Denîz tekez kir ku ew nûçeyên behs dikin PKK li dij jinavçûna Beşar el-Esed e, propagandaya dewleta Tirkiyeyê ne.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK got, “Ma rejîma Baas ji bo kurdan çi pêşkêş kiriye heta PKK piştgiriya wê bike. Çi mafekî kurdan li Sûriyê nehatiye cîbicîkirin û ew rejîm dixwaze kurdan biçewisîne.”

Herwiha Denîz diyar kir ku Beşek ji Sûriyê, Rojavaya Kurdistanê ye û tê de zilm û stem li hember kurd û neteweyên din hatiye meşandin û danasîna bi kurdan tê de nehatiye kirin.

Ehmed Denîz got, “Her dezgeheke medya nûçeyên berevajî li dijî me belav bike û bêje rûxandina rejîma Baas bi PKK ne xweş e, em wê bi bernameya Tirkiyeyê dizanin.”

AKnews
Top