• Saturday, 07 February 2026
logo

Pênc Sal Sezayê Zîndanê Bo Mela Kirêkar Derket

Gulan Media March 27, 2012 Nûçe
Pênc Sal Sezayê Zîndanê Bo Mela Kirêkar Derket
Necmedîn Ferec 55 sal kû bi Mele Kirêkar tê naskirin, Duh dûşemê ji aliyê dadgeha Oslo ya paytexta Nerwêj sezayê pênc sal zîndanê bow î hat derxistin.


Li gorî jêderên nûçeyan, piştî bi rêveçûna pirtirî 10 rûniştinên taybet yên dadgehê,her derbarê dosya Mele Kirêkar, îro di rûniştina dawî de, dadgehê biryara dawî da û li gorî biryarê, dive, Mele Kirêkar bi qasî 100 hezar Kironê Nerwêj weke qerebû bo nivîser Merîwan Helebçeyî bide ji ber kû bi sedema “fitwayekî” mele Kirêkar arastey ziyanekî madî hatibû.

Herweha dadgehê, biryara pênc sal sezayê zîndanê bo Mele Kirêkar derxist li ser “Fitweya ” kû derxistî bo kûjtina Merîwan Helebçeyî, Hilmet Goran, Bextiyar Bulurî û Arne Solbêrg serokê partiya Rasta Nerwêj kû di fitweya Mele Kirêkar de hatiye Her musilmanekî destê wan bighêje van kesan kujitina wan helale.

Her li gorî wê biryarê, dive di navbera 2 heftiyan de mele Kirêkar 100 hezar Kiron qerebû bo Merîwan Helebçeyî bide, lê heta pêdaçûnê bi biryara dadgehê de Mele Kirêkar nayê zîndanî kirin.
Top