Hesen Elewî: Dem Bo Ragihandina Dewleta Kurdî Goncawe
Parlementerê Parlementoya Îraqê yê ser bi lîsteya Îraqiyeya spî hesen Elewî diyar kir ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî niha dizane biryar dan bo dewleta Kurdî biryareke zehmete jiber ku, ev biryara han pêdeviya xwe bi lihev kirina tevahiya hêz û aliyên Kurdistanî heye.
Nav hatî careke din tekez li ser vê yekê kiriye ku, niha dem bo ragihandina dewleta Kurdî baştirîn deme.
