• Friday, 06 February 2026
logo

Serokayetiya Herêm piştgîriya xwe ji bo destpêşxeriya Serok Komarê Iraq û serkeftina kongreya nîştîmanî dûpat kir

Gulan Media March 27, 2012 Nûçe
Serokayetiya Herêm piştgîriya xwe ji bo destpêşxeriya Serok Komarê Iraq û serkeftina kongreya nîştîmanî dûpat kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê her li destpêkê ve piştgîriya xwe ji bo despêşxeriya birêz Celal Talebanî Serok Komar ji bo bestin û serxistina kongreya nîştimanî ragihandiye, her wiha Serokayetiya Herêm li gel aliyên din hewl dide ku kongre li vê heftiyê da û berî bestina lûtkeya Erebî bê ew jî bi mebesta çareserkirina pirsan û xweşkirina keşûhewaya bestinê, lê belê mixabin dem ji bo piştî bestina lutkeyê hate paşxistin.

Ji ber wê û ji bilî bilind nirxandina astengiyan û destpêşxeriya birêz Celal Talebanî Serok Komar, radigihînîn û dûpat dikîn ku serxistina kongreyê pişt bi pabendbûna tevahiya bi cîhkirina peymana Hewlêr û bi cîhkirina bendên wê ve dibestê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

26.03.2012
Top