Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Civata Nûnerên Iraqa Fedral kir
Di hevdîtinê de ku her du rêzdar Dr. Hesen Mihemed Sûre Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amadebûn, guhertinên dawî ya ser grupên siyasiya Iraqê nirxandin û tekez jî li wê yekê kirin ku ev pêvajoya niha ya Iraqê pêvajoyeke hestiyare û pêwîstî bi wê yekê dike hemû alî gelek bi hestiyariyê ve li gel da tevbigerin ku ew jî bi guftûgo û şêwîrkirina li gel hevdû digihe bi nêrîneke hevbeş.
Derbarê çawayiya yekalî kirina meseleyên helawestî û parastina sîstema demokratî li welat da bi pişt bestina destûr û hevbendiya rasteqîne û cîh bi cîhkirina birgehên peymana Hewlêrê pêktê.
