• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Civata Nûnerên Iraqa Fedral kir

Gulan Media March 27, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Civata Nûnerên Iraqa Fedral kir
Duh, duşem 26/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Usame El Nuceyfî Serokê Civata Nûnerên Iraqa Fedral kir.

Di hevdîtinê de ku her du rêzdar Dr. Hesen Mihemed Sûre Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amadebûn, guhertinên dawî ya ser grupên siyasiya Iraqê nirxandin û tekez jî li wê yekê kirin ku ev pêvajoya niha ya Iraqê pêvajoyeke hestiyare û pêwîstî bi wê yekê dike hemû alî gelek bi hestiyariyê ve li gel da tevbigerin ku ew jî bi guftûgo û şêwîrkirina li gel hevdû digihe bi nêrîneke hevbeş.

Derbarê çawayiya yekalî kirina meseleyên helawestî û parastina sîstema demokratî li welat da bi pişt bestina destûr û hevbendiya rasteqîne û cîh bi cîhkirina birgehên peymana Hewlêrê pêktê.
Top