Daxûyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo hêla serekiyên stratejiya çaksaziya li Herêma Kurdistanê
Hêla serekiyên stratejiyeta çaksaziya(nûjeniya) li Herêma Kurdistanê
Sebaret bi projeyên çaksaziyê ve ku me li Newroza sala par xalên serekiyên wê ragihand û niha jî kar li ser çendîn dosyeyan hatiye kirin û berdewame. Îro min pê xweşe bi we yên birêz rabigihînim ku me qonaxekî baş derbas kiriye, ji ber wê yekê pirsekî girîngê wekî çaksazî pêwendî bi hemû waran ve heye û kar û astengî jî, ji bo encamdanê bi bernameya hemû aliyekî dixwaze. Ji bo wê yekê eve demeke ji bo çaksaziyê mijulî amadekirina planekî stratejiya nîştîmanîne.
Îro ez hêla serekiyên wan stratejiyan bi we radigihînim ku paşê jî naveroka tevahiya stratejiyê ji bo raya giştiya Kurdistanê dihête ragihandin, bo ku welatê û rewşenbîr û pîspor û rêxistinên civaka medenî bi bîr û raya xwe ve dewlemend bikin. Dîtin û nêrîna her kes û aliyek bi girîngî dihête wergirtin ku paşê jî pêşkêşî Hikûmeta Herêmê û aliyê pêwendîdaran dikîn, bo ku rênimayiyên pêwîst bi mebesta cîh bi cîh kirinê ji bo wê bête danîn.
Helbet ew stratejiya nîştimanî pişta xwe bi çend hêlekî giştî ve dibestê. Ew hêl jî ji bilî wê yekê ku yarmetîder dibin ji bo duvdaçûna pêvajoya çaksazî û berfirehkirina wê, heman demî de sedemên dirustbûna gendeliyê jî ji holê radikin. Bêguman eve jî bi hemangiya li navbera hemû alî û damezrandî û pêkhatên Herêma Kurdistanê dibe.
Yekem: Ev stratejî pişta xwe bi van bingehan ve dibestê:
1- Desteberkirina şefafiyet û peyrewkirina li hemû waran da.
2- Berfirehkirina bingehên beşdarbûna li îdareya Herêm û cîh bi cîhkirina bingehên lêpirsîn û lêpêçînê ve.
3- Karkirina ji bo pêkanîna hukimraniyeke baş ku çaksazî li ser ve berev xwar ve bê dahelandin, li gel mîsogerkirina dadperweriya civakî.
Duyem: Hêla giştiyê stratejiyên çaksaziyê li van waran li xwe digrê:
1- Çaksaziya Siyasî:
Xurtkirina pêvajoya hilbijartina azad li ser bingeha şefafiyet li temwîlkirina hizbe siyasiyan û eşkerekirina jêderên dahat û mewcûdiyatên wan û peyrewkirina prensîpên pêşbirkê.
2- Desthilata teşrî'î û dezgehên çavdêriyan:
a- Çalakkirina çavdêriya Parlemenê li ser hemû astên desthilatên li Herêmê û pêdaçûna wan yasayên ku pêwîstiya wan bi hemwarkirinê ve heye.
b- Derxistina yasayên rûbirûbûna gendeliyê.
c- Rêkxistina Dezgeha Çavdêriya Darayî û damezrandina Dezgeha Nezaheya Herêmê bo ku dest bi karên xwe yê rûbirûbûna gendeliyê bikin.
3- Serweriya yasa û serbixweya Dadwerî:
a- Bihêzkirina serweriya yasa li rêya xurtkirina serbixweya desthilata Dadwerî û cîh bi cîhkirina yasayan û peyrewkirina prensîpên dadperweriyê.
b- Rêkxistina desthilata dadwerî bi awayekî ku bi bandor û destpak (nezîh) bê û mîsogeriya parastina welatiyan bike ji wan kesên zêdeçûn û tecawizê li desthilata xwe de dikin.
c- Desteberkirina serbixweyiya dawakarê giştî û rêkxistina bi vî awayî, ku li xizmeta baştir birêveçûna kar û erkên xwe da bê.
4- Çaksaziya îdarî:
a- Pêdaçûn bi tevahiya sîstema xizmetguzariyên giştiyan ku ji aliyê Hikûmetê ve pêşkêşî welatiyan tê kirin, wekî (Tendirustî, perwerde û fêrkirin, nîştecîhbûn, bajarvanî, xizmetguzariyên bingehîn wekî av û kehreba, rê û ban, veguhestin û gihandin, sûtemenî û uze(enerji) û hwd...)
b- Rêkxistina wezîfeyên giştî bi awayekî ku lêweşaweyî û karameyiyê bike bingeha damezrandinê û pile berzkirin û dabînkirina kirê û mûçeyên rasteqîne.
c- Mîsogerkirina mafê beşdarîkirina welatiyên Kurdistanê li birêvebirina karubarê giştî da wekî mafekî welatîbûn û desteberkirina derfeta wekheviyê bi bê cûdahiya cûre û çîn û alîgiriyê.
d- Pêdaçûn û ji holê rakirina serpêçiyên li warê (damezrandin û berzkirina pile û xanenişînkirinê).
5- Çaksaziya Darayî û Aborî:
a- Dariştina siyasetekî aboriya guncaw li gel aboriya bazar.
b- Damezrandina sindoqa dahatên Herêmê û baştirkirina îdarekirina budçeya Herêmê.
c- Nehiştina bandorên du îdareyî li ser budçeya giştî.
d- Rêkxistina veberhênan da ku li xizmeta welatiyan û aboriyê da bê.
6- Rêxistinên Civaka Medenî:
a- Li pêvajoya çaksaziyê de beşdarîkirineke çalaka rêxistinên civaka medenî.
b- Mîsogerkirina mafê gihîştina zanyariyan ji bo welatiyan û kanalên ragihandin û rêxistinên civaka medenî.
7- Pêşmergeyên Kurdistan û Dezgehên Emniyan:
a- Berdewamîdana hengavên niştîmaniyê yekgirtina Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên emniyan. Li vî derbarî de hewlên ciddî li holê daye bo ku proseya yekgirtina van her du damezrawan berî dawî hatina îsal bigihe encamek.
b- Girîngî pêdana şayeste bi van her du damezrawên niştîmaniyên girîng li rûyê pîşeyî û guzeranê ve, li gel mîsogerkirina pêdiviyan, ji bo Herêma Kurdistanê damezrandina hêzekî bergirî û emniya nûjen.
Li dawiyê de daxwaz li her kes û aliyek dikim, şûna ku bîr li xwe û berjewendiyên xwe bike, pêwîste êdî bîr li paşaroj û berjewendiya bilindên welat û nifşên paşaroja me bike, ji ber ku bi bêyî parastina berjewendiyên bilind, tu tiştekî li vî welatî parastî nabê û her çi destkeftên me hene dikevin ber êrîşa li nav çûnê, eve jî ne mumkîne berjewendiyê bilindên welat û berhema xwîna şehîdan û qurbanîdana dehan saliya gelê me bikîn qurbaniya berjewendiya çend kesek.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/03/2012
