UNESCO bajarekî Kurdî di lîsteya bajarên navneteweyî de tomar dike
Li gor yek ji bernameyên rêxistina UNESCO, hezar bajar wê di nava bajarên navneteweyî de bên tomarkirin û bajarê Urmiye jî yek ji wan bajaran e.
UNESCO bi armanca zêdetir nasandina bajarên kevin ên cîhanê, ku gelek çand, netewe û ayîn di nava wan de jiyan kirine, bernameya hezar bajarên navneteweyî yên tomarkirî pêşkêşkiriye.
Bajarê Urmiyê ku li Rojhilatê Kurdistanê navenda parêzgeha Azerbeycan a Rojava ye û dikeve bakurê rojavayê Îranê, du neteweyên serekî yên wekî Kurd, Azerî û çendîn kêmeneteweyên din ên wekî; Kildanî, Sûryanî, Aşûrî û Ermenî tê de dijîn. Ji kevin de bajarê Urmiyê cihê bi hev re jiyankirina olên wekî; Îslam, Xiristiyan, Zerdeştî, Yahûdî û Kakeyî bû.
Wirmê yan Urmê yan jî Urmiye bajarê sêyem ê herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê piştî bajarên Kirmaşan û Sine ye. Nifûsa bajarê Wirmê derdora 871 hezariye. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê. Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Urmiyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Urmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve jî digehe bajarên Mehabad û Şino yê.
Urmiye navenda parezgehe Azerbaycana Rojava ye, ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Mako, Çaldiran, Meyanduaw, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê.
