• Friday, 06 February 2026
logo

UNESCO bajarekî Kurdî di lîsteya bajarên navneteweyî de tomar dike

Gulan Media March 26, 2012 Nûçe
UNESCO bajarekî Kurdî di lîsteya bajarên navneteweyî de tomar dike
Rêxistin UNESCO ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku meha bê bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê di nava rêza bajarên navneteweyî yên cîhanê de tomar dike.

Li gor yek ji bernameyên rêxistina UNESCO, hezar bajar wê di nava bajarên navneteweyî de bên tomarkirin û bajarê Urmiye jî yek ji wan bajaran e.

UNESCO bi armanca zêdetir nasandina bajarên kevin ên cîhanê, ku gelek çand, netewe û ayîn di nava wan de jiyan kirine, bernameya hezar bajarên navneteweyî yên tomarkirî pêşkêşkiriye.

Bajarê Urmiyê ku li Rojhilatê Kurdistanê navenda parêzgeha Azerbeycan a Rojava ye û dikeve bakurê rojavayê Îranê, du neteweyên serekî yên wekî Kurd, Azerî û çendîn kêmeneteweyên din ên wekî; Kildanî, Sûryanî, Aşûrî û Ermenî tê de dijîn. Ji kevin de bajarê Urmiyê cihê bi hev re jiyankirina olên wekî; Îslam, Xiristiyan, Zerdeştî, Yahûdî û Kakeyî bû.

Wirmê yan Urmê yan jî Urmiye bajarê sêyem ê herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê piştî bajarên Kirmaşan û Sine ye. Nifûsa bajarê Wirmê derdora 871 hezariye. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê. Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Urmiyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Urmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve jî digehe bajarên Mehabad û Şino yê.

Urmiye navenda parezgehe Azerbaycana Rojava ye, ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Mako, Çaldiran, Meyanduaw, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê.
Top