• Saturday, 07 February 2026
logo

Encûmen Nîştîmanî ya Kurd diçe Stenbolê

Gulan Media March 26, 2012 Nûçe
Encûmen Nîştîmanî ya Kurd diçe Stenbolê
Biryare kongreya dûwemîn a dostên Sûriyê li Stenbolê bê sazkirin. Endamekî Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî dibêje: “Wê beşdarî wê civînê bikin.”

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdî li Sûriyê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got: “Kurd amadene beşdarî kongreya dostên Sûriyê bikin û wê bi serokatiya şandekî bilind beşdar bibin.”

Kongreya Dostên Sûriyê ji bo bidestxistina piştgiriya ji bo şoreşa Sûriyê meha borî kongreya xwe ya yekemîn li Tûnisê saz kir. Kongreya dûwemîn jî despêka meha bê li Stenbolê tê saz kirin.

Endamê ENKS’ê di berdewama axaftina xwe de got: “Berê civatê bi navê komîteya peywendiyên derve ku Hemîd Hacî Derwêş serokatiya wê dike komîteyek ava kiribû û wê ew komîte beşdar bibe.”

Ji bo hevgirtina Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê hewldanek heye, lê hê jî çend xalên nakok hene. Kurd daxwaza mafê çarenivê dikin û tenezûlê li ser nakin, lê hemû opozisyona Sûriyê piştgiriya vê daxwazê nakin.

Rudaw
Top