Tirkiye Balyozxaneya xwe ya li Şamê girt
Li gor ajansa France Press ya nûçeyan, Îro Tirkiyê ragihand ku balyozxaneya xwe ya li Şamê digire û daxwaz ji balyozê xwe yê li Sûriyê Omer Onhon û dîplomatên xwe kir ku vegerin Tirkiyê.
Lê heman çavkanî amajeyê pê dide ku konsulxaneya Tirkiyê ya li bajarê Helebê yê nêzîk ji sînorê Tirkiyê ve, hîn vekiriye û nehatiye girtin.
Berî niha jî Tirkiyê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Sûriyê dimînin kiribû ku ji Sûriyê vegerin Tirkiyê.
AKnews
