• Friday, 06 February 2026
logo

Tirkiye Balyozxaneya xwe ya li Şamê girt

Gulan Media March 26, 2012 Nûçe
Tirkiye Balyozxaneya xwe ya li Şamê girt
Tirkiye ragihand ku ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê, ew balyozxaneya xwe ya li Şamê paytexta Sûriyê digire.

Li gor ajansa France Press ya nûçeyan, Îro Tirkiyê ragihand ku balyozxaneya xwe ya li Şamê digire û daxwaz ji balyozê xwe yê li Sûriyê Omer Onhon û dîplomatên xwe kir ku vegerin Tirkiyê.

Lê heman çavkanî amajeyê pê dide ku konsulxaneya Tirkiyê ya li bajarê Helebê yê nêzîk ji sînorê Tirkiyê ve, hîn vekiriye û nehatiye girtin.

Berî niha jî Tirkiyê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Sûriyê dimînin kiribû ku ji Sûriyê vegerin Tirkiyê.

AKnews
Top