Nebîl Erebî li Bexdayê ye
Çavkaniyeke agehdar ji AKnewsê re daxuyand ku îro sibehê, Nebîr Erebî hat Bexdayê û dê digel Wezîrê Derve yê Iraqê, Serokwezîr û çend berpisên din bicive ji bo gotûbêjkirina amadekariyên sazkirina Lûtkeya Erebî li Bexdayê ku biryar e di 29ê vê mehê de li dar keve.
Bin Hilî aşkere kir ku şanda han bi serokariya Nebîl Erebî ye û ji 10 balyozan pêk tê û dê amadekariyên civîna wezîrên derve û aborî yên welatên erebî digel berpirsên Iraqê gotûbêj bike.
AKnews
