• Friday, 06 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê dê bibe bazareke berdar

Gulan Media March 26, 2012 Nûçe
Herêma Kurdistanê dê bibe bazareke berdar
Berpirsekî Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku hemû Iraq niha bazareke beşxwar e, lê ew pêşbînî dike di paşerojê de Herêma Kurdistanê bibe bazareke berdar.

Rawêjkarê pêwendiyên aborî yê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê Fethî Mihemed Elî ji AKnewsê re got, “Herêma Kurdistanê bi taybetî û hemû Iraq bi giştî pêdiviyên bazara xwe ji derve dihînin, ta berhemên çandiniyê jî, lewma em dewleteke beşxwar in û em nikarin nirx û bihayê kelûpelan diyar bikin pîşesazî û berhemhênana navxweyî nîne.”

Elî diyar kir ku zêdebûneke berçav di hejmara kargeh û karxaneyan de heye, lewma em pêşbînî dikin di paşerojeke nêzîk de em ji civakeke beşxwar veguhêzin bo civakeke berdar.

Hejmara kompaniyên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin bi 1000 kompanî tê texmînkirin anku ji sedî 55 ji rêjeya kompaniyên biyanî yên li herêmê kar dikin, her wiha texmînên pevguhartinên bazirganî di navbera Tirkiye û Herêmê de ya sala 2011ê 4 milyar dolar bûn.

AKnews
Top