Herêma Kurdistanê dê bibe bazareke berdar
Rawêjkarê pêwendiyên aborî yê Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê Fethî Mihemed Elî ji AKnewsê re got, “Herêma Kurdistanê bi taybetî û hemû Iraq bi giştî pêdiviyên bazara xwe ji derve dihînin, ta berhemên çandiniyê jî, lewma em dewleteke beşxwar in û em nikarin nirx û bihayê kelûpelan diyar bikin pîşesazî û berhemhênana navxweyî nîne.”
Elî diyar kir ku zêdebûneke berçav di hejmara kargeh û karxaneyan de heye, lewma em pêşbînî dikin di paşerojeke nêzîk de em ji civakeke beşxwar veguhêzin bo civakeke berdar.
Hejmara kompaniyên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin bi 1000 kompanî tê texmînkirin anku ji sedî 55 ji rêjeya kompaniyên biyanî yên li herêmê kar dikin, her wiha texmînên pevguhartinên bazirganî di navbera Tirkiye û Herêmê de ya sala 2011ê 4 milyar dolar bûn.
AKnews
