Kabîneya şeşem ya Hikûmeta Herêmê dawî civîna xwe saz kir
Di civînê de cejna Newrozê û serheldana gelê Kurdistanê hate pîroz kirin. her weha piroje yasaya budceya Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û biryar hat girtin ku komîteyek ji wezîran ji bo xwendina wê projeyê bi serokê Hikûmetê û cîgirê wî yê kabîneya heftem bê kirin û ew proje bo perlemana Kurdistanê bê pêşkêş kirin.
Dr. Berhem Salih di destpêka cîvînê de gotinek pêşkêş kir û tê de pîrozbahiyên cejna Newrozê li haziran kir û piştre erkên hêzên polîs û yên navxwe û hatûçûnê û asayîş û Pêşmerge her weha wezareta tendirustiê ji ber rêxistineka baş di rojên cejna Newroz de bilind nirixand.
Ji aliyê din ve Dr. Berhem Salih erkên wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan li ser ew rêûresmên ku di salvegera 24`mîn bombardimakirina kîmyawî ya bajarê Helebçeya şehîd bi biha şîrove kir.
