Serokê Herêma Kurdistanê digel şandekî bilinda lîsta El Iraqiye civî ya
Di hevdîtinê de Dr. Eyad Ellawî bi navê lîsta El Iraqiye pîrozbahiya cejna Newroz û serê sala nû ya Kurdî li gelê Kurdistanê kir û hêvî xwest ew ewlehî û asayîş û aramiya ku li Herêma Kurdistanê da heye bigihe navçeyên dinê Iraqê jî.
Her wiha li vê hevdîtinê de di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û ew astengiyên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî û demokrasiyê bûne û çawayiya çareserkirina wan astengan de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser pêşxistin û berdewamiya hemahengî û gotûbêjên di navbera her du aliyan ya bi navê yekxistina nêrîn û helwêstên di derbarê niha û paşaroja welat da kirin.
