• Friday, 06 February 2026
logo

Erdogan ji bo pirsa Kurdî daxwaza lihevrûniştinê ji BDP kir

Gulan Media March 25, 2012 Nûçe
Erdogan ji bo pirsa Kurdî daxwaza lihevrûniştinê ji BDP kir
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan bê ku behsa navê BDP'ê bike, da diyarkirin ku ew amadene ji bo pirsgirêk bê çareser kirin ligel wan rûnin, lê Erdogan

hin mercên xwe jî got. Erdogan der barê "stratêjiya" xwe de ku ev demek bû di çapemeniyê de dihat gotûbêj kirin axivî. Erdogan "stratêjiya xwe" wiha bi nav kir "Heta dawî li dijî terorê têkoşîn, ligel niçika wê 'ya pêve girêdayî' muzakere." Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan der barê vê mijarê de ku behsa BDP'ê dike got "Em tucara ligel terorê naxivin, lê em amadene ligel niçika terorê ya li bin banê parlemeto de re rûnin." Lê Erdogan di axivitina xwe de hin merc derxistin pêş û wiha got "Em ê ligel wan biaxivin. Dema dirist nêzîk bibin em ê biaxivin. Lê ger na dirist nêzîk nebûn em ê ligel wan jî axivitinê bibirin. Ji ber ku derdê me çareseriye. Na, ger bi zimanê Îmralî û zimanê Qendîl biaxivin, em ligel wan jî naixivin." Hêjayî gotinê ye, ev cara yekê ye Serokwezîrê Tirkî Erdogan wiha aşkere besha çareserkirina pirsa Kurdî dike û bê ku nav bide bang li BDP'ê dike ku ji bo çareserkirina pirsê ew amadene lihev rûnin. Lê gelo, stratêjiya Erdogan dê heta çi astê bê PKK'ê bi ser bikeve? Ji ber ku BDP'ê jî 2 mercên sereke derdixe pêş; yek "Serbest berdana Ocalan", du "Xweseriya Demokratîk."

Avestakurd
Top