Rojnameyeke Îsraîlî: Dibe Tirkiye ji ber PKK’ê êrişî Sûriyê bike
Yek ji nivîskarên giring ên rojnameya Haaretz a Îsraîlê Zvi Bar’el di nûçeya bi manşeta ‘Tirkiye, Sûriyê bi wê yekê gunehbar dike ku hêdî hêdî piştgiriyê dide serhildêrên Kurd’ de wiha dinivîse: “Niha divê ji aliyê Enqereyê ve biryarek li ser hêza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku wekî hêzekî yedeg a Beşar Esed dibîne û wekî gefeke li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne bide. Dibe ku Tirkiye biryarê bide êrişî cîranê xwe bike.”
Zvi Bar’el pirsa “PKK dikare Tirkiyê ber bi şerekî li Sûriyê ve bibe?’ dipirse û wiha dinivîse: “Tirkiye, ne ji ber ku li dijî zextên Esed piştgiriya serhildêran bike, dibe ku bi bihaneya pêşîgirtina terorê êrişî Sûriyê bike.”
‘Ger em bikevin Sûriyê rewatiya me nabîne’
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di daxuyaniyekê de got: “Ger Tirkiye bikeve Sûriyê, wê di qada navneteweyî de rewatiya xwe winda bike.”Rudaw
