• Friday, 06 February 2026
logo

YEyê malbata Esed jî ceza kir

Gulan Media March 24, 2012 Nûçe
YEyê malbata Esed jî ceza kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) cezayên xwe li ser dayik, xuşik û jina Serokê Sûriya Beşar Esed jî sepand daku dest ji kuştina welatiyên sivîl berde.

Li gorî nûçeya Reutersê, YEyê di civîna duhî ya wezîrên derve de biryara da ku Esmaa Esed (jin), Enîse Mexlûf (dayik) û Buşra Esed (xuşik) ceza bike.

Dîplomatkarên YEyê amaje kirin ku her wiha 12 kesên din ên sûrî jî cezaya qedexeya geştkirina bo welatên YEyê li ser wan hate sepandin tevî ku hisabên wan di bankên YEyê de jî dê bê blokkirin.

YEyê her wiha biryar da ku kompaniyên ewropî êdî mamele û reftarê digel 2 kompaniyên petrolê yên Sûriya nekin.

Wezrîê Derve yê Holanda Uri Rosenthal got, “Bi vê lîsteya nû ya cezayan, em peyameke aşkere ji Esed re dişînin ku divê ew dest ji desthilatê berde.”

AKnews
Top