54 kes li Sûriya hatine kuştin
Li gorî Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya, duhî, bi deh hezaran kes li sernaserê Sûriya dijî rejîma Beşar Esed derketin û tobparana navçeyên li parêzgehên Idlib, Hema, Hims û derdora Dîmeşqê jî berdewam bû.
Komîteyan aşkere kirin ku xwepêşander duhî rastî tundiya hêzên artêş û ewlekariyê hatin û di encamê de 54 kes hatine kuştin.
Her wiha aşkere kirin ku piraniya kuştiyan li parêzgeha Idlibê (22 kes) hatine kuştin ku niha di bin topbarana hêzên artêş û ewlekariyê de ye û ji wan 18 kes di komkujiyekê de li bajarokê Sermîn hatine kuştin.
Komîteyan amaje kirin ku 12 li parêzgeha Himsê, 9 li Dera, 3 li Heleb, 2 li Dûma li nêzîk Dîmeşqê, 2 li Dêrezorê, 2 li Hema, 1 li Laziqiye û 1 jî li Reqe hatine kuştin.
Neteweyên Yekbûyî dibêje ku ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed ve, bêtirî 8 hezar kes hatine kuştin, lê çalakvanên Sûriya tekîd dikin ku bêtirî 11 hezar kes heta niha hatine kuştin.
AKnews
