• Friday, 06 February 2026
logo

Di sê rojan de 7 polîsên tirk hatin kuştin

Gulan Media March 22, 2012 Nûçe
Di sê rojan de 7 polîsên tirk hatin kuştin
Di van 3 rojên dawî de li Cûdiyê 6 polîsên tîmên taybet ji aliyê PKKê ve hatin kuştin.

Polîsê ku di Newroza Cizîrê de birîndar bû jî jiyana xwe ji dest da. Di pevçûnan de 2 jê leşker 9 polîs jî birîndar bûn.

Duh li Çiyayê Cûdiyê gerîlayên PKKê li pêşiya polîsên tîmên taybet ên tirk kemîn danîn. Di kemînê de pêşî 5 polîs hatin kuştin û 9 polîs jî birîndar bûn. Îro polîsek ku birîna wî xedar bû jî jiyana xwe ji dest da û hejmara kuştiyan bû 6.

Di heman pevçûnê de 2 jê leşker 8 polîs jî birîndar bûn. Li gorî nûçeyên ku di rojnamegeriya tirk de derbaz bûn, di şer û pevçûnên li Cûdiyê de 7 gerîlayên PKK’ê jî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha polîsê ku di Newroza Cizîrê de birîndar bibû jî jiyana xwe ji dest da û hejmara polîsên mirî gihişte 7an.

Duh li Diyarbekirê jî polîsekî li ber avahiya AK Partiyê bi êrîşa bombeya dengê birîndar bû.
Top