• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê digel welatî yan rojên Newrozê pîroz dike

Gulan Media March 22, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê digel welatî yan rojên Newrozê pîroz dike
Di duyem roja Newrozê de Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di Cejn û seyranên welatiyan de serdana hin Seyrangeh û Deverên din yên Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê îro serdana Devera Soran, Rewandêz, Cindiyan û Dola Akoyan kir û ji nêz ve Cejna Kurdistaniyan pîroz kir.

Di berdewamiya vê serdana han de Serok Barzanî serdana hin welatiyên Ereb jî kir û bi mebesta seyranê ji Başûrê Îraqê serî li Kurdistan û Deverên curbicur yên Kurdistanê dabûn, Serok Barzanî piştî pîroz kirina Cejna wan welatiyan hêviya xweşî û tendirostî jî ji wan re xwest.

Hêjayê gotinêye ku, di nava 24 saetên derbasbûyî de zêdetirî jî 100 hezar welatiyên Ereb ji Başûrê Îraqê serdana Kurdistanê kirine.

Herweha duh jî ku yekem roja Newrozê bu, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di şahî û seyranên Kurdistaniyan re serdana çendîn Seyrangeh û Deverên curbicur kir.

Di vê serdanên han de Serok Barzanî ji nêzve Cejna Newrozê li Kurdistaniyan pîroz kir û hêvî xwest ku, hertim di nava Cejn û Seyranan de bin.

Hevdem Kurdistanî jî bi dîtina Serok Barzanî di nava xwe de gelek kêfxweş bûn û bi rêbazên curbicur kêfxweşiya xwe anîn ziman û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Di destpêka roja yekem ya Newrozê de Serok Barzanî serdana Seyrangeha Henare û Tewêske li Devera Hewlêrê û pişt re jî serdana Seyrangehên Devera Akreyê kir.
Top