Li Diyarbekir û Stenbolê aloziya Newrozê
Li ser daxuyaniya BDPê, duh xelkê Diyarbekirê û kurdên Stenbolê bo pîrozkirina cejna Newrozê ber bi cihên pîrozbahiyê ve meşiyan, lê rastî astenga polîs hatin.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, gelê Diyarbekirê bo ku derbasî cihê pîrozkirina Newrozê, ku 5 km dûrî bajêr e, li ber avahiya BDPê ya bajêr kom bûn û dema xwestin birê bikevin, polîs bi hêceta ku bêdestûr e, nehîşt.
Piştî ku hevdîtinên parlamenterên BDPê û polîs bêencam ma, pevçûn derket û polîs bi bombeyên gazî û gaza rondikrêj êrişî xwepêşanderan kir.
Li Stenbolê jî ev rewş rû da û polîs nehîşt xelk newrozê pîroz bike.
Hevdîtinên hevseroka BDPê Gultan Kişanak digel polîsan bêencam ma û piştî vê alozî û pevçûn derket.
Tê zanîn, piştî ku BDPê ragihandibû, dê 18ê adarê li Diyarbekir û Stenbolê cejna Newrozê pîroz bikin, wezareta navxwe ya Tirkiyê, biryara qedexekirina pîrozbahiya newrozê di rojên ji bilî roja 21ê adarê de dabû, lê BDPê ev yek red kiribû û dabû xuyakirin dê guhê xwe nedin vê biryarê.
