• Friday, 06 February 2026
logo

Rêvebirekî BDPê li Stenbolê hat kuştin

Gulan Media March 18, 2012 Nûçe
Rêvebirekî BDPê li Stenbolê hat kuştin
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, diyar kir, di nav aloziya pîrozbahiya Newrozê de, rêvebirekî BDPê li bajarê Stenbolê, ji aliyê polîs ve hat kuştin.

Herçiqas dewleta Tirkiyê pîrozbahiyên cejna Newrozê, di rojên ji bilî 21ê adarê de qedexe kiribû lê dîsa li Diyarbekir û Stenbolê hat pîrozkirin.

Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, ji AKnewsê re diyar kir, di pîrozbahiyên Newrozê li Stenbolê de, polîs tundiyeke zêde bikar anî û di encamê de, rêvebirekî BDPê yê Stenbolê bi navê Hacî Zenbîn jiyana xwe ji dest da.

Kişanak, got, Zengîn bi bombeyên gazî yên polîs bi giranî birîndar bû û dema rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da û wiha axivî, “Zengîn, şehîdê demokrasiyê ye.”

Kişanak, da zanîn, di aloziyên îro yên Stenbolê de, bi dehan kes rastî êrişên polîs hatin û birîndar bûn, her wiha gelek jî hatin binçavkirin.

Hevseroka BDPê, got, berpirsyarê alozî û bûyerên îro, hemû hikûmeta AKPê ye, ji ber wê jî dê hesabê vê yekê ji hikûmetê bixwazin.

AKnews
Top