Rêvebirekî BDPê li Stenbolê hat kuştin
Herçiqas dewleta Tirkiyê pîrozbahiyên cejna Newrozê, di rojên ji bilî 21ê adarê de qedexe kiribû lê dîsa li Diyarbekir û Stenbolê hat pîrozkirin.
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, ji AKnewsê re diyar kir, di pîrozbahiyên Newrozê li Stenbolê de, polîs tundiyeke zêde bikar anî û di encamê de, rêvebirekî BDPê yê Stenbolê bi navê Hacî Zenbîn jiyana xwe ji dest da.
Kişanak, got, Zengîn bi bombeyên gazî yên polîs bi giranî birîndar bû û dema rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da û wiha axivî, “Zengîn, şehîdê demokrasiyê ye.”
Kişanak, da zanîn, di aloziyên îro yên Stenbolê de, bi dehan kes rastî êrişên polîs hatin û birîndar bûn, her wiha gelek jî hatin binçavkirin.
Hevseroka BDPê, got, berpirsyarê alozî û bûyerên îro, hemû hikûmeta AKPê ye, ji ber wê jî dê hesabê vê yekê ji hikûmetê bixwazin.
AKnews
