Serokwezîr Û Cîgirê Vî Serdana Emîrî Komela Îslamî Kirin
Piştî merasima pêşwaziyê civînek di navbera her dû aliyan de hate lidarxistin û rewşa niha ya Kurdistanê û çawetiya damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê jî di vê civîna han de hate nîqaşkirin.
Piştî bi dawî hatina civînê jî Berbijarê postê Serokwezîriya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Mamoste Elî Bapîr di presskonferanseke hevbeş de naveroka civîna han ji raya giştî re eşkere kirin.
Di vê presskonferansa han de Bapîr diyar kir ku, Komeleya îslamiya Kurdistanê beşdariya Hikûmeta nû nake lê di heman demê de jî li hember serkeftina kabîneya nû geşbînin.
Pişt re Nêçîrvan Barzanî jî di bersifa pirsekî de diyar kir ku, hijmara Wezaretan nayê kêmkirin lê hinek Wezîr tên guhertin.
