Bi amadebuna serokê Herêmê Konfransa bi Cîhanî Nasandina Cenosîdkirina Kurd Hat Sazkirin
konfransa bi cîhanî nasandina cenosîdkirina gelê Kurd bi amadebûna serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û beşdarbûna şandeyeka pile bilinda NATO, nûnerên welatên biyanî li herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên îdarî û siyasî yên herêma Kurdistanê li hola şehîd Seid Ebdullah a bajarê hewlêrê hat sazkirin.
Şandeya NATO ji nûnerê Îtalya yê li NATO û wezîrê bergirîyê welatê Albaniya û nûnerên çend rêkxisitinên dinên ser bi NATO ve pêk hatibû.
Di destpêka evê konfransê de, serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên di peyvekê de basa nehametî û azarên gelê Kurdistanê kir û got: em dikarin bi komkiirna îmzayan li derveyî welat piştîvanekî bi hêz bin da ku cenosîda dij bi gelê Kurdistanê bi cîhanê bidin nasandin û her bi evê rêyê piştîvanîya navdewletî bi dest ve bihînin.
Piştî hingê wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkirîyan ê herêma Kurdistanê Aram Ehmed gotarek pêşkêş kir û tê de basa ewan karestan û tawanan kir ku bi ser gelê Kurdistanê de hatine.
Piştre sekreterê giştîyê komeleya NATO Tolîs Nirolîng di peyvekê de basa ewan tawanan kir ku li dijî Kurd hatine encamdan û bi pêywîst da zanîn ku ew tawanên han di cîhanê de bi cenosîd bihên nasandin.
Trans Releing herwsia got: em hemû salekê li welatê xwe yê biçok (Albaniya) momê bo azadîyê hildikin, belê bi rastî ez li Kurdistanê gelek dilteng bûm ku min dît bi hezaran mom di salroja kujtina hezaran mirovan de dihên hilkirin.
Herwiha di dirêjîya evê konfransê de, xelata aştîyê pêşkêşî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanîhat kirin.
Berî pêşkêşkirina evê xelatê, senatorê Îtalyayî Sergiyo De Gregoriyo serokê şandeya NATO peyvek pêşkêş kir û tê de basa tawanên dij bi gelê Kurd kir û herwisa basa evê xelatê kir ku NATO pêşkêş serokê herêma Kurdistanê kiriye û got: di cîhanê de çendîn kes ew xelat wergirtine. Bo îsal jî hemû endamên me li ser ewê çendê kok bûn ku xelata aştîyê pêşkêşî rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bihê kirin wek kesayetîyeke naskirî yê cîhanî û herwisa kesayetîyeke şoreşvan û aştîxwaz.
De Gregoriyo herwsia da xuyakirin, ku ew xelat ji alîyê profesor Monî Larî ve hatiye diristkirin û ew jî di ewê demê de ku Kurd dihat cenosîdkirin. Monî Larî xelkê bajarê Torîno yê Îtaliyayê ye û yek ji hunermendên naskirî yê Îtalyayê ye.
De Gregoriyo herwisa got: ev xelat sembola aştîya Kurdistanê ye û cihê xemgînîyê ye ku ji xwîna şehîdane.
Herwisa ragihand, ku ev xelat wek sembol li gelek paytextên welatên cîhanê hatiye diristkirin û berstirînê wan jî li bajarê Ûrşelîm a Isreylî û bi bilindahîya 20 metran hatiye diristkirin, belê cenabê serok Barzanî peyman adye ku bilindtirîn sembola ewî xelatî li Hewlêrê bihê diristkirin.
Her bivê helketinê Serokê Herêma Kurdistanê peyvek pêş kêş kir û têde ragihand:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Dostên birêz!
Amadevanên birêz! û Xûşk û birayên delal!
Şerefekî mezine ji bo min ku îro li şûna hemû take kesekî Kurd, hemû take kesekî Kurdistanî, li şûna hemû dayika şehîdek û dayika enfalek, li şûna hemû gencekî Feylî yê bê ser û şûn, li şûna wî zavayê yek şevî yê kurê Barzanî ku hate bê ser û şûn kirin, li şûna wê dayika Germiyanî ku hevjîna xwe û kurê xwe bi yek carî ji dest da, şerefekî mezine ku li şûna wan hemûyan, li şûna gelê Kurdistanê, ez vê xelatê werbigrim.
Ev xelat rêzgirtine ji bo xebat û têkoşîna gelê me, li wê xebata bê gerd û pak û xawêna bê wêne ku bi dirêjahiya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê, ku em li ser berdewambûyîn. Ev xelat pêşkêşî wî çand û kulturî dikin ku gelê Kurd pê şanazî û serbilinde, ew jî kultura pêkve jiyana neteweyî ayînî û mezhebiye.
Belê me berê digot, bi tenê çiya dostên mene, lê îro dibînîn spas ji bo xwedayê mezin îro dostên me yên gelek ezîz û delal hene li seranserê cîhanê û ew dostên ku îro li vir rûniştine, eve mînakeke zindî ye li ber çavên we. Ez pir bi dil spasî we hemû aliyek dikim, ji bo teşrîfkirina we û ji bo wê hewl û hîmmeta ku hûn didin, ji bo bi nasandina jenosayda gelê Kurd li cîhanê û eve mezintirîn toleye ku ji wan tawanbaran tê kirin.
Rêzdaran!
Ferheng û kultura me, ferhengekî gelek gelek pîroze. Li bihara sala 1991 wekî vê heyvê, gelê me raperî, li seranserê Kurdistanê, du feyleqî artêşa Iraqî teslîmî gelê Kurdistan û Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Hê birîndarê kîmyayiyên Helepçe li nexweşxaneyan bûn, hê bi dehan hezar xelkê Kurdistanê koçberî vî welat û wî welatî bûbûn, hê birînên me xwîn jê dihat, li gel wê yekê jî, heman mala şehîd û kesûkarê wan şehîdan û wan serbazan bi rêz ve wergirtin û wan xwedî kirin û rê jî dane wan ku vegerin li nav kesûkarên xwe. Ez bawerim em ji gelê xwe fêrî vê kulturê bûyîn û ji milletê xwe ve fêrî lêborînê bûyîn û şanaziyê bi vî milletî û bi vî ehlaqî dikîn.
Em milletekî bi wefa ne. Em ji bîr nakîn ewê qenciyê li me kiribe, her wiha û ji bîr nakîn ew kesê xedir jî li me kiribe. Lê belê em li pey tolhildanê nagerîn, em ji bîr nakîn lê belê tolê nastînîn. Em bi vî awayî tola wan werdigrîn, bi hîmmeta we û bi hevkariya we, wan tawanan bi cîhan didîn naskirin û bi wî awayî tolê distînîn bi vê kultura lêborînî û pêkve jiyanê kurtîr dikîn û roj bi roj li Kurdistan û hewl didîn li hemû Iraqê jî belav bikîn. Bi wî awayî em tolê distînîn ku wê kultura bilind kurtir bikîn û berfirehtir bikîn, Kurdistanê avadan bikîn.
Ez careke din pir bi dil spasiya we dikim, bi xêrhatina we dikim û hêvîdarim bi hîmmeta we û dostên wekî we, doza gelê me roj bi roj berev pêştir biçe û em jî neteweyekîn û hemû mafê me heye wekî her neteweyeke din û em surîn li ser wê yekê ku berdewam dibîn li ser xebata xwe, lê belê dûrî li tundûtîjiyê, bi awayeke aştî û bi awayeke demokratî û bi awayeke hevdû têgihiştin, pêwîstiya me bi yarmetiya we yên birêz heye, gelek bi xêrhatin û gelek gelek spas û gelek spas ji we hemû aliyek jî.
