• Friday, 06 February 2026
logo

Li Efrînê PYD bi motoran bîranîna Helebçe xerab dike

Gulan Media March 17, 2012 Nûçe
Li Efrînê PYD bi motoran bîranîna Helebçe xerab dike
Li bajarê Efrînê li bajarokê Cindêrisê, milet ji bo bîranîna komkujiya Helebçe dadikeve kolanan û bi rêzgirtinê bêdeng dimîne.

Lê di wê demê de ku Kurdan ala Kurdistanê rakiribû û bêdeng rawestiya bûn, ji nişkê ve endam û piştgirên PDY ala pratiya xwe rakiribûn û bi motoran di nava wê bêdengiyê re derbas bûn û deng bi motorên xwe xistin.

Milet ew ketina bi motoran weke bêrêziya ji bo Helebçe dîtin û bi gelek şêweyan nerazîbûna xwe nîşan da.

Ew hatina wan ya bi motoran ji aliyê milet ve bi kamerayan hate kişandin û ji raya giştî re hate nîşandan.

Milet ji PYD daxwaz kir ku van kiryarên xwe yên li derveyî rêbaza Kurdayetiyê kontrol bike û li derveyî tevger û helwestên Kurd tevnegere.

ji bo tema]ekirina vîdyoyê Vir bitikîne

Avestakurd
Top