• Friday, 06 February 2026
logo

Li Hewlêr befir barî

Gulan Media March 17, 2012 Nûçe
Li Hewlêr befir barî
Rêveberiya erdhej û meterolojiya Herêma Kurdistanê ragihand ku wê tenê îro li Herêma Kurdistanê befir û baran bibare û wê sibe heta roja înê asîmanê Herêma Kurdistanê sahî be.

Rêveberê giştî yê erdhej û meterolojiya Herêma Kurdistanê Hesen Wehab ji Rûdawê re got: “Ev sê roje Herêma Kurdistanê ketiye dibin zextek ku ji deryaya navîn ve berê xwe daye Herêma Kurdistanê. Pêleke baran û befrê berê xwe daye Herêma Kurdistanê.”

Hesen Wehab di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Tê texmînkirin ku îro li Herêma Kurdistanê roja dawî ya barîna befir û baranê be. Ji ber wê ev rêje bişkê û pêla ku ji Tirkiyê berê xwe dide Herêma Kurdistanê, tê texmînkirin ku ji sibe heta roja înê asîmanê Herêma Kurdistanê ligel hebûna hinek ewir, sahî be.”

Barîna befrê bajarê Hewlêrê jî girt nava xwe û ji sibehê ve li bakurê Hewlêrê befir dibare. Ji bilî vê yekê li Soran, Şeqlawa û gelek navçeyên din befir bariye. Îro li Mesîf 18 cm befir bariye.
Top