Shakira 2 stranan ji bo Helebçe û Anfal dibêje
Shakira ku bi eslê xwe libnanî ye û li Kolombiya jidayîk bû ye û mezin bûye û niha weke meşhûrtirîn stêrka Pop tê naskirin, wê bi 2 stranan piştgiriya gelê Kurd bike.
Stranbêjê Kurd yê ku niha li Amerîka dijî, Hêmin Xalid ku bi navê Doshka tê naskirin got, ewê bi Shakira re wan stranan duet bike.
Doshka got, di demeke nêzîk de wê ew stran werin tomarkirin.
Strana li ser Anfal navê wê bi înglîzî "This Time For Kurdistan" e.
Strana li ser Helebçe jî navê wî "Helebçeyî Gul" e.
Gotinên her du stranan li ser êşa gelê Kurd in.
Avestakurd
