• Friday, 06 February 2026
logo

2 teqînan Dîmeşqa paytexta Sûriya hejandin

Gulan Media March 16, 2012 Nûçe
2 teqînan Dîmeşqa paytexta Sûriya hejandin
Televizyona Sûriya ragihand ku îro sibehê, 2 teqînan bajarê Dîmeşqê hejandin, xelkê bajêr aşkere kirin ku teqînek ji wan li nêzîk avahiyeke hêzên ewlekariyê pêk hat.

Heta niha, kitekitên bûyerê nehatine aşkerekirin.

Ji bal xwe ve, Merseda (Rewangeha) Sûriya ya Mafên Mirov di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 teqînên gelek bihêz Dîmeşqa paytext hejandin.

Li gorî nûçeya AFP, wê rêxistinê xuya kir ku zanyariyên destpêkê amaje dikin ku avahiyên hêzên ewlekariyê bûne aramnca wan teqînan.

Televizyona Sûriya her wiha ronî kir ku teqîn di encama 2 otomobîlên bomberêj de pêk hatine.

Di kanûn û rêbendana borî de, bi dehan kes di encama 3 teqînan li Dîmeşqê hatine kuştin.

Rejîma Sûriya berpirsariya wan teqînan dixe stuyê aliyên opozisyonê, û ew jî dibêjin ku rejîm van teqînan encam dide.

AKnews
Top