• Friday, 06 February 2026
logo

“Divê Nucêfî helwesta xwe li hember pirsa Haşimî aşkere bike”

Gulan Media March 17, 2012 Nûçe
“Divê Nucêfî helwesta xwe li hember pirsa Haşimî aşkere bike”
Frakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê (HK) di Parlamentoya Iraqê de daxwaz ji Serokê parlamentoyê Usame Nucêfî kir ku bi awayekî fermî helwesta xwe li hember pirsa Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî aşkere bike.

Cîgirê Serokê HKê Muhsin Saedûn ji AKnewsê re ragihand ku HKê daxwaz ji Nucêfî dike helwesta xwe li hember pirsa Haşimî û awayê çareserkirina wê diyar bike.

Saedûn ronî kir ku helwesta fermî ya Nucêfî derbarê pirsa Haşimî gelek girîng e, ji ber Serokê bilindtirîn desthilata yasadananê ye li welat.

Saedûn amaje kir ku helwesta Serokomar û Serokwezîrê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê jî derbarê pirsa Haşimî aşkere ye, lewra gelek girîng e helwesta Serokê parlamentoyê bê naskirin.

AKnews
Top