• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Emar Elhekîm Civiyan

Gulan Media March 17, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Û Emar Elhekîm Civiyan
Duh Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Serokwezîrê erkdar kirî bo damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm kir.

Di hevdîtineke de rewşa giştî ya Îraqê, bûyer û pêşhatên dawî yên siyasî yên li Deverê jî hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de kirin.

Di dawiya vê hevdîtina han de Elhekîm bi minasebeta erkdar kirina birêz Nêçîrvan Barzanî bo damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest.
Top